Balafireke bar a dewleta Tirkî gihaşt Lîbyayê

Li gorî daneyên malpera Flightradar24 belav kirin, balafireke leşkerî ya bar a dewleta Tirk gihaşt baregeha El-Wetiye ya hewayî ya nêzî Terablusê.

Li gorî lihevkirina bi hikumeta Wîfaq re, dewleta Tirk pireke hewayî bi Terablusê re ava kir. Balafira C-130 ku ji bajarê Antalya yê Tirkiyê rabû, ber bi paytexta Lîbyayê ve çû.

Piştî civîna wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û wezîrê parastinê yê Qeterê û wezîrê Karên Hundirîn ê hikumeta Wîfaq Festhî Başaxa, balafir gihaşt Terablusê.

Serdanên fermî yên berpirsên hikumeta Wîfaq a Lîbyayê ber bi Enqereyê ve zêde dibin û herî dawî jî ya Fethî Başaxa bû.

bx


Mijarên Din