Balafireke bêpîlot kampa Haşdî Şabî bombebaran kir

Îro balafireke bêpîlot kampa Heşdî Şabî ya li parêzgeha Selahadîn a Iraqê bombebaran kir, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyekî ji Haşdî Şabî, balafireke bêpîlot ku nayê naskirin, kampa El-Şûheda ya fermandariya Heşdî Şabî bombebaran kir.

Her wiha çavkanî diyar kir ku di bombebaranê de tu şêwirmendên leşkerî nehatine kuştin, tenê 2 kes birîndar bûn.

Çavkanî: SKYnews

(jo)


Mijarên Din