Balafireke keşfê ya Tirkiyê li Terablusê 4 sivîl kuştin

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter ragihand ku balafireke  keşfê ya Tirkiyê ku destekê dide çekdarên li Terablusê, herêma El-Esabaa ya başûrê Terablusê bombebaran kir û di encama wê de 4 karmendên sivîl hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya "Odeya Çalakiyên El-Kerame" ya girêdayî Artêşa Wetenî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê got: "Balafireke keşfê ya Tirkiyê bi serkêşiya serbazên Tirk û hêzên Hikumeta Wîfaq alîkariya wê dixwazin, beriya niha bi çend kêliyan bajarê El-Esabaa yê 25 km ji bajarê Xeriyan û 120 km ji Terablusê dûr e, bombebaran kir û di encama wê de 4 karmend ku li cihê kar ê depoyên zimherê bûn, hatin kuştin."

Bombebaran piştî çend rojan ku çekên asîmanî yên girêdayî Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ragihand ku wan asîmanê herêma rojava xistiye bin serweriya xwe û balafira keşfê ya Tirkiyê û odeya kontrolê ya li balafirehga Mesrata û Zeware teqand, pêk hat. Ev yek tê wateya ku hêzên Wîfaq alavên leşkerî, çek û balafirên keşfê yên nû ji Tirkiyê wergirtine.

Ev ne cara yekemîn e ku balafirên keşfê yên Tirkiyê sivîlan dikuje. Di destpêka meha Tîrmehê ya derbasbûyî de malên sivîlan li bajarê Terhûne duyemîn mezintirîn bajarên di bin serweriya artêşa Lîbyayê de, bomebaran kir. Ev bûyer piştî ku gelek kuştî di encama wê de çêbûn û di navde zarok û jin, bi komkujî û sûcê şer hat pênasekirin.

(bx)


Mijarên Din