Çavdêriya Mafên a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafireke şer a nenas li nuqteyên milîsên Îranê yên li herêma Hîzam Exder a başûrê bajarê Bûkimal ê Dêrazorê da.
Li gorî SOHR, balafirên ne nas, ji saetên 05:00 li gorî dema Sûriyê heta saet 09:00'an nuqteyên hêzên Îranê yên li baregeha Îmam Elî û çolistana Bûkimal ê gundewarê rojhilatê Dêrazor kirin hedef. Hate ragihandin kuştî û birîndar çêbûn û baregeh û depoyên çekan hatin rûxandin.