Balafirên artêşa Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Bêrkeme, Çiyadol, Sinîn, Lolan û gundê Robiyan ê ser bi herêma Biradost a ser bi Hewlêrê ve bi dijwarî bombebaran kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê werza salê de, welatî di nava bax û baxçeyên xwe de ne. Nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de tiştek bi kesî hatiye yan na.

Liv û tevgera balafirên şer li herêmê dewam dike.


Mijarên Din