Balafirên artêşa Tirk bombe li  Sîdekanê barand

Balafirên şer ên artêşa Tirk îro piştî nîvro herêma Sîdekanê ya girêdayî Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya Rojnews, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saet 14:40'an de herêma Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên hatin wergirtin, di encama bombebarana balafiran de ziyanên mezin bi bax û rezên  gundiyan ketine û gelek ziyan bi jîngeha deverê ketiye.

Şeva derbasbûyî jî balafirên artêşa Tirk heman herêmê bombebaran kiribûn.


Mijarên Din