Balafirên artêşa Tirk Çiya Dêl bombebaran kirin

Balafir û helîkopterên şer ên artêşa Tirk devera Çiya Dêl a bajarokê Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya di Rojnews‘ê de hatî parvekirin de, balafir û helîkopterên şer ên artêşa Tirk devera Çiya Dêl a dikeve li nêzî bajarokê Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

Herêma ku hatiye bombebarankirin nêzî jîngehên welatiyên sivîl in û baregehên PDK'ê jî lê ne. Ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket.


Mijarên Din