Balafirên artêşa Tirk dîsa Başûr bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Çemê Rubetkê ya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, bombebaran kir.

Balafirên şer ên dewleta Tirk careke din xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Balafiran îro saet di 12:00’an de herêma Çemê Rubetkê ya li ser bajarê Akrê yê girêdayê parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, hê jî nayê zanîn ka di encama bombebaranê de ziyanek çêbûye yan na. Hat zanîn hîn jî balafir li ser herêmê digerin.

Hêjayî gotinê ye ku rojane welatî li wê herêmê serdana bax û baxçeyên xwe dikin.


Mijarên Din