Balafirên artêşa Tirk mizgeft kir hedef

Balafirên şer ên artêşa Tirk mizgefta gundê Çemka yê ser bi bajarokê Kanî Masî bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro saetên êvarê de balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Çemka yê ser bi bajarokê Kanî Masî ya Dihokê bombebaran kirin. Di bombebaranê de mizgefta gund hate hedef girtin.

Têkildarî rewşa qurbaniyan hîn zanyariyên zelal nehatine bidestxistin, lê hate zanîn ku mizgefta gund bi temamî rûxiya ye.

Li aliyê din piştî saetên nîvro balafirên şer ên artêşa Tirk gundên Bermalê û Bergare yên navçeya Amêdiyê ya Dihokê jî bomberan kirin.

Artêşa Tirk bi berdewamî gund û deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bomberan dike, di van êrîşan de piraniya caran welatiyên sivîl têne hedef girtin.


Mijarên Din