Balafirên artêşa Tirk êrişî Qendîl, Zap, Garê, Metîna û Basya kir

​​​​​​​HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 15 û 18'ê Sibatê de Qendîl, Zap, Gare, Metîna û Basya bomberaran kirine û ji ber bombebaranê ziyan li gundiyên herêmê bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di vê çarçoveyê de;

15'ê Sibatê balafirên şer saet di 14:30'an de qada Deşta Nehlê ya herêma Garê, saet di 16:15'an de jî qada Geliyê Basya ya herêma Avaşînê bombe kirin.

18'ê Sibatê balafirên şer saet di 14:00’an de qada Golka ya herêma Metîna, saet di 15:30'an de qada gundê Enzê ya herêma Qendîlê û saet di 17:00 de jî qada Çemço ya herêma Zapê bombe kirin.

Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên me nehat. Li qada gundê Enzê ji ber bombebaranê ziyana madî li baxçe û malên welatiyan bû.”


Mijarên Din