Balafirên artêşa Tirk êrîşî herêma Biradost kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker serê vê sibê deverên herêma Biradostê yên Lêlikan, Bindewan û Kewret bombebaran kirin. Rewşa herêmê ji ber bombebarana artêşa Tirk metirsîdar e.

Li gorî agahiyên berdest îro danê sibê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker deverên Lêlikan, Bindêwan û Kewret ên ser bi herêma Biradostê ve bombebaran kirin.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku hê nayê zanîn bê ka di encama êrîşê de ziyaneke canî çêbûye yan na. Gelê herêma Biradostê diyar dike ku êrîşên dewleta Tirk ziyaneke mezin didin jîngeha herêmê û ji ber êrîşan ew nikarin biçin ser bax û baxçeyên xwe. Her wiha nikarin sewalan jî xwedî bikin.


Mijarên Din