Rojnewsê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker îro derdora saet 09.00’an girê Kurojaro yê bi ser bajarokê Şêladizê ve bombebaran kir.
Li gorî wêne û dîmenên ji aliyê welatiyan ve hatine kişandin, bombebaran pir nêzî navenda bajarok û cihên sivîlan pêk hatiye.
Li gorî çavkaniyên herêmî niha bombebaran sekiniye. Lê têkildarî encamên bombebaranê agahiyên zelal bi dest neketin.