Balafirên bêpîlot navenda Muqtede El-Sedir bombebaran kir

El-Teyar El-Sedrî li Iraqê îro ragihand ku navenda serokê wan Muqtede El-Sedir li El-Necif bi balafira bêpîlot hate bombebarankirin.

Malpera Someriyê News a Iraqî ragihand ku Salih Mihemed El-Iraqî yê nêzî El-Sedir di daxuyaniyê de wiha got: "Navenda El-Henanê îro berbangê bi balafirên bêpîlot hate bombebarankirin, ew piştÎ fermanên ji El-Sedir ji komên şîn re ji bo parastina şoreşgeran şeva çûyî li Bexdayê û El-Necif pêk hat."

El-Iraqî wiha got: "A girîng paratina xwepêşandêran û ewlehiya wan e, her wiha ya girîng parastina aştiya welat e, hezkirina welat ji baweriyê ye."

Xwediyên komên şîn ji El-Teyar El-Sedrî ne, yên ku li qadên xwepêşandanan belav in da ku parastina xwepêşandêran bikin, ew yek bi fermana serokê El-Teyar, Muqtede El-Sedir e.


Mijarên Din