Balafirên dagirkeriya Tirk Bîrîkîm bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêma Bîrîkîm a dikeve Biradostê bombebaran kir.

Êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Tirk li herêma Biradostê dewam dikin. Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandine îro di derdora saet 09.30’an de herêma Bîrîkîm a Biradostê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatiye bombebaran kirin.

Têkildarî zirer û ziyana êrîşa hewayî tu zanyariyek bidest neket.

Ev sê roje bênavber balafirên şer ên Tirk gundê Navdarok û bi giştî gundên ser bi Sîdekanê bombebaran dike. Di encama bombebaranê de agir bi arazî ketibû.


Mijarên Din