Balafirên dewleta Tirk Behdînan bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Behdînan bombebaran kirin. Di encamê de ziyaneke mezin gihiştiye berhemên çandiniyê yên cotyar û gundiyan.

Li gorî Roj News'ê, dewleta Tirk a dagirker li herêma Behdînan çiya û gundên li sînorê Batûfe û Derkarê yên ser bi Zaxoyê ve bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê ziyaneke mezin gihiştiye berhemên çandiniyê yên cotyar û gundiyan. Her wiha welatî ji ber bombebaranê nikarin biçin nav zeviyên xwe.

 


Mijarên Din