Balafirên dewleta Tirk li Lîbyayê sivîlan dikuje

Artêşa Lîbyayê li eniya El-Ezîziyê ya başûrê Terablusê çeteyên biyanî kir hedef. Her wiha balafirên keşfê yên Tirkiyê li rojavayê Terablus sivîl topbaran kir.

Berpirsê çapemeniyê di hêzên Yedek ên fermandariya Giştî ya artêşa Lîbyayê de Ebû Bekir Edîhûş ji rojnameya"El-Eyn El-Exbariya" ku tabûra topavêjinê bi prespektîfên ji lîwa El-Mebrûk Sehban tevgera çeteyên biyanî li başûr rojavayê Terablusê kir hedef.

Ebû Bekir wiha berdewam kir:"Milîsan hewl dan  pêşde biçin da ku beşan ji herêma El-Ezîziyê ku destek ji çeteyên Afrîqî bi serkêşiya El-Mîlişiyawî Usama El-Ciwêlî digre bigre. Lê piştî hatin topbarankirin ew neçar man paşde vekişin."

BALAFIRÊN TIRKIYÊ SIVÎLAN DIKE HEDEF

Ji aliyekî din ve çavkaniyeke leşkerî Lîbî ji rojnameyê re ragihand ku balafirên keşfê yên Tirkiyê malên sivîlan li rojavayî paytexta Terablusê kir hedef.

Her wiha çavkanî diyar kir ku topên ku ji balafirên hatin avêtin 7 malên sivîlan kir hedef. Di encama wê de zerar çêbûn her wiha jinek li bakur rojavayê Terablusê birîndar bû.

Çavkanî destnîşan kir ku top li herêma El-Cibis li nêzî herêma El-Sirac a rojavayê navenda Terablusê.

10 CENAZEYÊN ÇETEYÊN JI SÛRIYÊ GIHAŞT GUNDEWARÊN BAKURÊ HELEBÊ

Girêdayî mijarê Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku 10 cenazeyên nû yên çeteyên ji Sûriyê gihîşt gundewarên bakurê Helebê.

Hejmara çeteyên ku destek ji Tirkiyê digirin û di encama  şerê li Lîbiyayê têne kuştin bû 139 çete û ew jî ji "Lîwa El-Mutesim, El-Sultan Mûrad, Siqûr El-Şemal, El-Hemzat û Silêman Şah" in.

Navenda Çavdêriyê got: "Çete di encama şerê li eniya Selahedîn a başûrê Terablusê, eniya El-Rimla ya nêzî balafirgeha Terablusê, eniya El-Hedba her wiha şerê li Misrata û herêmên din jî Lîbiyayê hatine kuştin."

bx


Mijarên Din