Balafirên keşfê li asîmanên Şera û Şehbayê digerin

Balafirên dewleta Tirk ên keşfê li asîmanên navçeya Şera û kantona Şehbayê digerin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku 2 balafirên Tirkiyê yên keşfê li asîmanên navçeya Şera ya kantona Efrînê geriyan û piştre ew her du balafirên keşfê li asîmanên kantona Şehbayê jî geriyan.

Gera balafiran piştî rojekê ji çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) yên li dijî komên çete pêk hat. Tê zanîn ku komên çeteyan di çalakiyên HRE’yê de gelek ziyan dîtin.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din