Balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li ser Şêrawayê digerin

Balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Birc Qusê, Meyas û Zirnahitê yên navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê digerin.

Nûçegihanên me ragihandin ku balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagiker li ser gundên Birc Qusê, Meyas û Zirnahitê yên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê digerin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve, gundên Soxonakê, Zernaîta, Meyasa û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrewayê topbaran kirin. Hate ragihandin ku herî kêm 127 top avêtine gundên navborî. Ji ber topbaranê hejmara sivîl birîndar bibûn.

ANHA


Mijarên Din