Balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser Girê Spî digerin

Di van kêliyan de 3 balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li ser bajarê Girê Spî digerin.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku ji saet 22:00‘an ve balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li ser bajarê Girê Spî û gundewarên wê digerin, di heman demê de tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li ser sînor zêde dibe.

Hate ragihandin ku 3  erebeyên zirxî yên artêşa  Tirk derbasî bajarê Axjeqela yê li beramberî bajarê Girê Spî yê li aliyê Bakurê Kurdistanê bûn.

ANHA


Mijarên Din