Balafirên nenas êrîşî hêzên Îranê kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama derbeyên asmanî yên nenas de ku nuqteyên hêzên Îranê yên li bajarê Bokemal kirin armanc û 18 kes hatin kuştin.

Balafirên nenas nuqteyên teqemenî, depo û çekên hêzên Îranê û hêzên destekê didin wan ên Ii bajarê Bokemal û derdora wê, bi moşekan kirin armanc.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama derbeyên balafirên nenas de, 18 leşkerên Heşdî Şabî û komên din ên hêzên Îranê hatin kuştin. Navendê eşkere kir ku hejmareke bilind ji birîndaran di rewşeke xerab de ne û agahiyên zêdebûna hejmara kuştiyan hene.

(eh)


Mijarên Din