Balafirên Îranê jî Balekayetî bombebaran dikin

Rejîma Îranê bi balafirên bêpîlat binarê çiyayê Helgort û çiyayê Çixî yên herêma Balekayetî bombebaran dikin.

Rojnews diyar kir ku rejîma Îranê du rojin herêma Balekayetî topbaran dike. Tevî topbaranê, niha jî balafirên bêpîlot ên Îranê  piştî tevgera balafirên keşfê dest bi bombebarana binarê çiyayê Helgort û çiyayê Çixî yên herêma Balekayetî kirin. Ji ber bombebaranê, agir bi baxên welatiyan ketin û hîn nehatiye kontrolkirin.

Bombebaran didome.


Mijarên Din