Balafirên rejîmê derdora nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê bombebaran dike

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê îro derdora nuqteya çavdêriyê li herêma Sirman li gundewarê rojhilatê Meret El-Numan kir hedefa xwe, lê 2 berpirsên Tirkiyê îda kirin ku rejîmê gule avêtine nuqteyê .

Navenda Çavdêriya Sûriyê Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên rejîmê derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirkyiê li herêma Sirman li gundewarê rojhilatê Meret El-Numan bombebaran kir.

Li gorî navendê ku herêm 300 metre ji nuqteya Tirkiyê dûr e.

Lê 2  berpirsên Tirkiyê ji ajasna Ruetersê re gotin ku hêzên rejîma Sûriyê gule li navenda çavdêriya ya Tirkiyê li bakur rojavayê Sûriyê reşand, lê tu zirar pêk nehatin.

Wezareta Karê Derve ya rejîma Sûriyê got karwanê leşkerî çû Xan Şêxûn da ku desteka çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bikin.

Hêzên rejîmê hemû bajarê Xan Şêxûn kontrol kir, bi wê yekê nuqteya çavdêriya Tirkiyê ya li bajarokê Morik li gundewarê Hemayê dorpêç bû, ku çarenûsa wê nuqteyê ne diyar e.

Di demên dawî de Rûsya danûstandinên leşkerî bi aliyên Tirkiyê re der barê rewşa Idlibê pêk anîn, lê encamên van danûstandinan diyar nebûn, di demeke ku Tirkiyê di mayîna di nuqteya 9 de îsrar dike, tevî ku çeteyên li wan herêma vekşiyan, lê xuya dike ku niyeta Tirkiyê tenê mayîne ne parastina çete û sivîlan ji êrîşan e.

(jo)


Mijarên Din