​​​​​​​Balafirên rejîm û Rûsyayê bejahiyên Idlib û Helebê bombebaran kirin

Balafirên şer ên rejîm û Rûsyayê vê sibehê bejahiyên Idlib û Helebê bombebaran kirin. Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên rejîmê yên li Nêrebê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên rejîmê û Rûsyayê vê sibehê herêmên cuda yên li Cebel El-Zawiyê yê li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Herêmên Kefir Nibul, Hezarîn, Besqila, Til Nar, Kefir Secna, Kensefra û Ehsem hatin bombebarankirin. Her wiha hêzên rejîmê herêmên li bejahiyên rojavayê Helebê jî topbaran kirin.

SOHR’ê diyar kir ku vê sibehê hêzên dewleta Tirk ên li derdora Seraqibê bi cih bûne, nuqteyên rejîmê yên li Nêrebê ya rojhilatê Idlibê bi topan hedef girtin. Li aliyekî din jî di navbera komên çete û hêzên rejîmê de şerê dijwar li derdora Til Nar, Kefir Secne û Şêx Damis ên başûrê Idlibê rû da.

Piştî hewldana Rûsya-Tirkiyê ya lihevkirina der barê Idlibê de bi rêya 3 gerên diyalogê û axaftina telefonê ya di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk nehatiye, ev şer rû didin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berê careke din gef li rejîmê têkildarî dema heta dawiya vê mehê xwaribû, lê Kremlîna Rûsyayê bersiv da ku ew senaryo dê xirabtir be.

(fr)


Mijarên Din