Balafirên Rûsya û rejîmê bi nobetdarî bejahiyên Idlibê bombebaran dikin

Balafirên şer ên Rûsyayê û yên rejîma Sûriyê derbeyên dijwar li dijî bejahiyên Idlibê yên qaşo di herêma bêçek de ne, pêk tînin û bi wê re jî pêla koçberiyê ya şêniyan çêbû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku helîkopterên rejîmê îro gelek bermîl avêtin deverên Kefer Nibul, Kinsefra, Kesa, Um Coz û Cebel Ereîn ên bejahiyên Idlibê.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên Kefir Sicna û Dar El-Kebîr ên bejahiyên başûrê Idlibê û Qeratî, Til Dem, Ebû Şerca, Serec û Qetra yên bejahiya rojhilatê Meira, bombebaran kirin. Her wiha balafirên şer ên rejîmê gelek derbe li dijî herêmên Ebû Cerîf û Til Xetra pêk anîn.

Navendê tevgera koçberiya sivîlan ji gundên rojhilatê Meiret El-Nûman û gundên dîtir ên başûr di nava bilindbûna derbeyên asîmanî yên dijwar û ji wê jî zêdetir şerê leşkerî yê li herêmê, belge kir.

Ev derbeyên asîmanî yên dijwar bi rasthatina şerê li xetên rojhilatê Idlibê di navbera hêzên rejîmê ji aliyekî ve û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ji aliyekî ve, pêk hatin.

Li herêmên bêçek di rojên borî de şer di navbera hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk pêk hat. Ew jî bi hatina gera nû ya civînên qaşo komîteya destûrê re ya ku bi bin ketiye, pêk hat.

(fr)


Mijarên Din