​​​​​​​Balafirên Rûsyayê baregehên çeteyan li bakurê Idlibê bombebaran kirin

Çavkaniyên herêmî yên ji Idlibê ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê gelek baregehên çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" û "Ceyş El Ize" yên li Sermede û derdora deriyê Bab El Hewa yê li sînorê Sûriye-Tirkiyê yê li bakurê Idlibê bombebaran kirin.

Ji beriya zêdetirî 5 mehan de, beriya çend kêliyan cara ewil balafirên şer ên Rûsyayê li dijî baregehên çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" û çeteyên "Ceyş El Ize" yên li bakurê Idlibê bi dehan êrişên hewayî pêk anîn.

Li gorî çavkaniyan, bombebaran li dijî Sermede û derdora deriyê Bab El Hewa, kampên Berdexlî û Eramil pêk hatiye. Agahiyên têkidarî encamên bombebaranê nehatin bidestxistin.

Bajarê Sermede di aloziya Sûriyê de ji girîngtirîn bajarên bazirganiyê yên li herêmê ye, her wiha deriyê Bab El Hewa ji deriyên girîng ên di bin kontrola çeteyên dagirkeriya Tirk de ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdekirina êrişên Rûsya li ser Idlibê, piştî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de ya bi navbeynkariya Rûsyayê pêk tê.

(fr)


Mijarên Din