Balafirên Rûsyayê dîsa "herêma bêçek" bombebaran kir

Rûsya û hêzên rejîmê careke din "herêma bêçek" bombebaran kir ku agirbest û rawestandina şer derbasî roja xwe ya 11’an bû. Balafirên şer ên Rûsyayê îro sibehê eniya Kebanê li nêzî Laziqiyê, Idlib û Hemayê bombebaran kir û rejîmê bi moşekan gundewarên Idlib û Laziqiyê topbaran kirin.

 Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Rûsya û hêzên rejîmê careke din dest bi bombebarandina ser "herêma bêçek" kir. Balafirên şer ên Rûsyayê îro sibehê 2 caran li derdora eniya Kebanê li Cebel Ekrad li nêzî Laziqiyê, Idlib û Hemayê  bombebaran kir, lê tu agahî der barê ziyanan de nehate zanîn.

Her wiha hêzên rejîmê piştî şeva duşemê û îro sibehê derdora Kefernibil, Kefersecnê, El-Tehe, Dêr Şerqî û Xerbî, Merşemarîn, Şêx Mistefa û Hîş li gundewarên Idlibê bombebaran kirin, her wiha li eniya Kebanê li Cebel Ekrad gundewarên bakurê Laziqiyê bombebaran kirin.

Hêzên rejîmê duh zêdetirî 125 caran derdora Hezarîn, Şêx Mistefa, Mera Hemê, Kekaya, Til Nar, Kefersecnê, Kefernibil, Merazîta, Herakî, El-Tih, Hîş û Dêr xerbî li gundewarê başûr û başûr rojhilatê Idlibê bombebaran kirin û li eniya Kebanê  li Cebel Ekrad gundewarên bakurê Laziqiyê jî bombebaran kirin. Komên çete jî bi dehan topan bersiva wan da.

Ji dema ragihandina rawestandina şer ve balafirên Rûsya û rejîmê li ser "herêma bêçek" rawestiyan.

Çavkaniyan teke kir ku agirbesta nû, mîna demeke Rûsyayê daye Enqereyê da ku şertan pêk bîne, yek ji şertan bidawîanîna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam e.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku çete ji cihên xwe li nêzî rêya El-Tîcare nekişiyan ku di nav de rêya stratejîk a di navbera Heleb û Şamê de jî heye.

(jo)


Mijarên Din