Balafirên Rûsyayê gundewarên Idlibê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê îro cihên çeteyên Feyleq El-Şam ên li rojavayê Idlibê bombebaran kirin. Di heman demê de hêzên hikumetê û çeteyan li başûrê Idlibê hev hedef digirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên Rûsyayê deverên li herêmê Çiyayê El-Dewîle ya girêdayî herêmê Harim li bakurê rojavayê Idlibê dûrî sînorê Lîwa Îskenderun bi 9 km ên ku tê de navendên çeteyan hene û bi taybet çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk de bombebaran kirin.

Tu agahiyên der barê windahiyan de heta vê keliyê nehatin bidestxistin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê herêmên li Fetîra, Kensefra û Sefhon li gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin û çeteyan herêmên hikumetê li eniyên şer ên li başûrê Idlibê hedef girt.


Mijarên Din