Balafirên Rûsyayê mizgefta Xan Siblê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê mizgefta bajarokê Xan Siblê li bejahiya Idlibê kir hedefa xwe û bi awayekî giştî rûxand.

Çavkaniyên herêmî ji parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê raber kir ku balafirên Rûsyayê Idlib û bejahiyên Hema û Lazqiyê bombebaran kirin û li aliyekî dîtir jî mezgefta Xan Siblê kir hedef û bi awayekî giştî rûxand.

Mizgefta ku bûye armanc, di dîmenan de jî xuya dibe ku bi temamî rûxiyaye.

Rejîma Sûriyê bi piştevaniya hewayî ya Rûsyayê, hemleya leşkerî li dijî komên çete yên li Idlib û bejahiyên Hema, Laziqiyê û Helebê daye destpêkirin da ku herêmên navborî bi dest bixe. Lê şerên giran hê jî li bejahiyên bakurê Hemayê didomin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din