Balafirên Rûsyayê nexweşxaneyek bombebaran kir

Balafirên Rûsyayê êrîşî nexweşxaneyeke sivîl a bajarê Letaminê yê bakurê Hemayê kir û di encamê de 3 sivîl mirin û 10 jî birîndar bûn. Her wiha birîndar ber bi nexweşxaneya Kefernibul a bejahiya Idlibê ve birin. Ji aliyekî din ve jî hêzên rejîmê herêma şênî lê hene ya li nêzî nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê topbaran kir.

Çavkaniyên ji Idlibê ragihand ku şevê din balafirên Rûsyayê êrîşî nexweşxaneya bajarê Letamine ya bejahiya parêzgeha Hemayê kir.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku di encama topbaranê de 3 sivîl di hundirê nexweşxaneyê de hatin kuştin û heta niha nehatiye zanîn ka nexweş in an na û 10 jî birîndar bûn. Her wiha birîndar birin nexweşxaneya bajarê Kefirnibulê yê Idlibê.

Çavkaniyan wêneyên ziyanên ku li nexweşxaneyê rû dane ji nûçegihanên ajansa me ANHA’yê re şandin.

Li aliyekî din jî çavkaniyan da zanîn ku rejîma Sûriyê jî êrîşî Kampa Şêr Mexar a çiyayê Şehşebo yê bakurê Hemayê yê nêzî nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê kir ku li gorî peymana Astanayê li gel Rûsya û Îranê daniye.

Çavkaniyan îşaret pê kir ku di dema sivîlan dixwest berê xwe bidin nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê de da ku xwe ji êrîşan biparêzin, artêşa dagirker a Tirk gule ber bi wan ve reşandin da ku vegerin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din