Balafirên Rûsyayê rojavayê Idlibê bombebaran kir; 34 çete hatin kuştin

Îro di êrişên balafirên Rûsyayê de yên li dijî nuqteyên çeteyan, herî kêm 34 çeteyên Feyleq El-Şam hatin kuştin û 70 çete jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama bombebarana Rûsyayê de ya li dijî baregeheke koma Feyleq El-Şam a girêdayî Enqereyê li ser herêma çiyayê Duwêle ya girêdayî Harim li bakurê rojavayê Idlibê, heta niha 34 çete hatine kuştin.

Li gorî SOHR'ê xebatên derxistina kesên asê mane, lêgerîna windayan û alîkariya birîndaran berdewam in. Li gorî pêşbiniyan, hejmara kuştiyan dê zêdetir bibe, ji ber ku rewşa zêdetirî 70 birîndaran giran e û gelek çete winda ne û hinek jî asê mane.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê îro êrişên asîmanî li dijî nuqteyên çeteyên Feyleq El-Şam li rojavayê Idlibê pêk anîbûn.


Mijarên Din