Balafirên şer gundê Navdarok bombebaran dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Navdarok ê Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran dikin. Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket.

Li gorî nûçeya Rojnews, balafirên şer ên dewleta Tirk ji berî çend kêliyan dest bi bombebarankirina gundê Navdarok ê herêma Bradosta ya ser bi Hewlêrê kirin. Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket. Herwiha ji ber bombebaranê welatî nikarin mûdaxeleyî agir bikin.

Ji ber berdewamkirina bombebaranê ti agahî têkildarî ziyanê bi dest neketin.

 


Mijarên Din