Balafirên şer ên artêşa Tirk kampa Mexmûrê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora Kampa Şehîd Rustem Cûdî barandin. Ji ber bombebaranê 2 sivîl birîndar bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li Başûrê Kurdistanê barandin.

Bombe li derdora kampê hatin barandin û li gorî agahiyên destpêkê kesî ji ber bomberanê jiyana xwe ji dest nedaye. Lê belê du kesên ji ber teqînê di bin axê de man, bi sivikî birîndar bûn. Şêniyên kampê birîndar ji binê axê derxistin û birin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Her wiha bombebaranê zirar da bax û baxçeyên şêniyên kampê. Şêniyên kampê piştî êrîşê derketin derve û nerazîbûn nîşan da.

Êrîşê li gorî dema herêmê saet di 00:10’an de dest pê kir û herî kêm 3 caran bombe hatin barandin.

Piştî bombebaranê û dengê 3 teqînan hate bihîstin, balafirên keşfê li herêmê geriyan.

Şêniyekî kampê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku qadên sivîlan hatine bombekirin.

Dewleta Tirk di mehên dawîn de bi rêk û pêk êrîşî qadên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê dike. Balafirên şer ên artêşa Tirk hefteya derbasbûyî jî bombe li gundê Spîdar ê navçeya Amediyê ya Dihokê barandibûn û di encamê de 3 sivîl birîndar bûbûn.

Dawiya Hezîranê jî ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Tirk li herêma Kortekê ya Qendîlê 3 sivîl hatibûn kuştin, 5 jî birîndar bûbûn.

Kampa Mexmûrê jî ku zêdetirî 12 hezar penaber lê ne, ne cara yekê ye ku dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk. Di êrîşa 13'ê Kanûna 2018'an de 4 sivîlên ku ewlekariya Mexmûrê digirtin, hatibûn qetilkirin.

Hikumeta Iraqê û PDK li dijî êrîşên li herêmên sivîlan bê deng in.


Mijarên Din