​​​​​​​Balafirên şer ên dewleta Tirk Şarbajêr dîsa bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Famişyan ê herêma Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker, saet di 13:30’an de du caran gundê Qamiş ê ser bi bajarokê Mawet ê ser bi Silêmaniyê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji qeymeqamê bajarokê Mawet Kameran Hesen wergirtin, balafirên şer ên dewleta Tirk herêm bombebaran kir û got: “Ji ber bombebaranê şewateke mezin bi çiyayê Balose ketiye. Heya niha jî agir nehatiye vemirandin û ev yek gelekî zehmet e. Tevî hemû hewldanên me yên ji bo rawestandina bombebaranan jî diyar e tu encamek derneketiye.”


Mijarên Din