Balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê Idlibê digerin

Piştî hêzên hikumetê deverên li bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin, balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê bejahiyên rojavayê Heleb û Idlibê gerîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku îro balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê bejahiyên rojavayê Heleb û Idlibê gerîn. Li aliyekî din jî şeva din li derdora Tiqad a bejahiyên rojavayê Helebê di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên hikumetê de şer rû da.

Girêdayî heman mijarê di çend saetên borî de hêzên hikumetê deverên Fitêra, Sifohin û Kensefra ya li Cebel El-Zawiyê yên li bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR’ê aşkera kir ku duh karwanekî nû yê dewleta Tirk a dagirker bi 25 alavên leşkerî di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê bû û ber bi baregeha Mestûma ya li nêzî bajarê Idlibê ve çû.

(fr)


Mijarên Din