Balafirên şer ên Rûsyayê Xan Şêxûn bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê herêma Xan Şêxûn a başûrê Idlibê bombebaran kir. Her wiha hêzên rejîmê jî herêmên bêçek topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê şevê din 4 caran deverên aliyê bakur ên bajarê Xan Şêxûn ê aliyê başûrê bejahiya Idlibê, bombebaran kirin.

Her wiha hêzên rejîmê şevê din herêmên bêçek ên Şerîya, Hewîz, Qelet Medîq ê Sehil Xab li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, Letamne ya bejahiya bakurê Hemayê topbaran kirin û topbaranê heta saetên berbanga sibê dewam kir.

Hêzên rejîmê di nava 24 saetên derbasbûyî de topbarana li ser Idlibê zêde kir. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di encama wê de 22 sivîl, ji wan 8 zarok, hatin kuştin.

(bx)


Mijarên Din