Balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 40 êriş li dijî nuqteyên DAIŞ`ê pêk anîn

Hemwextî operasyonên hêzên hikumeta Şamê yên biewlekirina rêya Dêrazor-Humisê, balafirên şer ên Rûsyayê li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê êrişên asîmanî pêk anîn.

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên DAIŞ`ê yên li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê ji şevê din ve zêdetirî 40 êrişên asîmanî pêk anîn. Agahiyên li ser windahiyên canî bi dest neketine. Her wiha tevgera balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê çolistana Sûriyê dewam dike.

Li aliyekî din, operasyonên hêzên hikumeta Şamê, Feyleqa 5`an û Lîwa El-Quds ên alîgirên Rûsyayê yên biewlekirina rêya Dêrazor-Humisê dewam dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) roja şemiyê ragihand ku hêzên hevbeş ên ji Lîwa El-Quds û Feyleqa 5`an ên alîgirên Rûsyayê û komên Dîfa Wetenî duh sibehê li çolistana Sûriyê dest bi operasyoneke nû ya ewlehiyê kir da ku rêya Dêrazor-Humisê bi ewle bikin. Ev yek piştî çalakbûna DAIŞ`ê li herêmê pêk tê.

(cx)


Mijarên Din