Balafirên şer ên Îsraîlê 15 nuqteyên Xezayê kirin armanc

Vê sibê balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî nuqteyên leşkerî û zeviyên çandiniyê yên li Xezayê kir. Hate zanîn ku windahî tune ne.

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrîşî bakur û naverasta Xezayê kir. Bombebarana artêşa Îsraîlê wek bersiva moşekên li ser bajarê Sedîrot ê Îsraîlê ye. Tê zanîn ku li bajarê Sedîrot ê Îsraîlê serokê hikumeta Îsraîlê kongereya hilbijartinan berî ku ji ber moşekan were rawestandin, li dar dixist.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku balafirên şer di saetên sibehê de bersiva moşekan da, gelek êrîş birin ser Xezayê û 150 nuqte kirin armanc, di nav de çend nuqteyên Hemasê yên li nuqteyên leşkerî yên ji bo çêkirina mekanîzmayên şer, hejmarek ji nuqteyên kombûna leşkerî yên hêzên deryayê û tunelên şer e.

Bi hebûna serokê hikumetê Binyamîn Netenyahu di mîhrîcana hilbijartina partiya xwe Lîkod de ya li bajarê Esdod re, duh gelek moşek ji Xezayê ber bi bajarê Sedîrot ve hatin avêtin û axaftina xwe rawestand û soza bersivdayîna moşekan da.

(eh)


Mijarên Din