Balafirên şer ên Tirk bajarokê Derkarê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirk gundê Şeraniş ê girêdayê bajaroka Derkarê bombebara kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên Tirk îro, di derdora saet 19.00'an de derdora gundê Şeraniş ê bajaroka Derkarê ya ser navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Her wiha hate ragihandin ku çiyayê Xantûr e dikeve jora gund jî hatiye bombebaran kirin. Têkildarî zirer û ziyanên giyanî û madî ti zanyariyek bidest neket.


Mijarên Din