Balafirên şer ên Tirk bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, balafirên şer ên artêşa TC’yê ya dagirker êriş birin ser qadên Garê, Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Daxuyanî wiha ye:

"11'ê Adarê saet di 12:30'î de balafirên şer qada Deşta Kafya ya herêma Garê, qada Kesta ya herêma Metîna û qada Tepê Şehîd Şahîn a herêma Zapê bombe kirin.

12'ê Adarê saet di 22:30'î de qada Tepê Sor a herêma Avaşînê bombe kirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."


Mijarên Din