Balafirên şer ên Tirkiyê li Bamernê li du wesayîtên sivîlan xist- HATE NÛKIRIN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hesenpîrkê ya bajaroka Bamernê yê ser bi Amêdiyê ve 2 wesayît bombebaran kirin. Tê gotin  yek ji şofêrên wesayîtê şehîd bûye.

Li gorî nûçeya Roj News'ê, balafirên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hesenpîrkê ya bajaroka Bamernê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ve du wesayetîtan bombebaran kirin. Li gorî zanyariyên destpêkê, tê gotin ku yek ji şofêrên wesayîtê şehîd bûye.

 Têkildarê hejmar û nasnameya kesên şehîd bûne zanyariyek zelal bi dest neketiye.


Mijarên Din