Balafirên Tirk bombeyan li gundê Sêgirê yê Amediyê dibarîne

Balafirên şer ên Tirk derdora gundê Sêgirê ya dikeve devera Nihêla ya ser bi Amediyê bi dijwarî bombebaran dike.

Li gorî Rojnews‘ê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên herêmî girtin, balafirên şer ên Tirk di van saetan de derdora gundê Sêgirê ya dikeve herêma Nihêla ya ser bi navçeya Amediyê bi dijwarî bombebaran dike.

Têkildarî encama bombebaranê zanyarî nehatin bidestxistin.


Mijarên Din