Balyozê DYA’yê yê li Îsraîlê: Plana Dîfa El-Xerbiye hate taloqkirin

Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê David Friedman got Îsraîlê soz daye ku plana tevlêkirina herêma Dîfa El-Xerbiye ji Îsraîlê re taloq bike, lê soza nedaye ku di paşerojê de pêk neyne.

David Friedman ji radyoya artêşa Îsraîlê re daxuyand ku wan biryara taloqkirina serweriyê daye, lê ev nayê wwê ateyê ku hatiye betalkirin, lê ji bo salekê yan jî zêdetir hatiye taloqkirin.

David Friedman got di halê hazir de bi hikumeta Îsraîlê re lihevkirina ku ji bo berfirehkirina têkiliyên Îsraîlê yên dîplomatîk ê li herêmê, tevahiya rêbazan bi kar tînin, ev jî tê wateya çêkirina têkiliyên xwe bi dewletên Kendavê re û ji bo veguhastina balyozxaneyê ji bo Qudsê kar û xebatê bikin.

Der barê mijara Lubnan û Îsraîlê de, Friedman ev nirxandin kir: "Têkiliyên di navbera Îsraîl û hikumeta Lubanê de baştir dibin û hêviyên me têkildarî vê yekê xurt in, lê madem Hizbullah li wir serwer e, tê wateya ku têkildarî tiştên ku werin pêkanîn, sînorên zelal hene." Friedman bi vê gotinê îşaret bi mijara xêzkirina  sînorê deryayî yê di navbera Îsraîl û Lubnanê de kir.

Balyozê Îmaratê yê li Washingtonê Yusif El-Uteyba beriya niha ji rojnameya Mearif El-Îsraîliye re gotibû ku Îsraîl li gorî şertên peymana aştiyê ya bi Îmaratê re tevlêkirina herêmên Dîfa El-Xerbiye taloq kiriye.

 (eh)


Mijarên Din