Balyozê Ukraynayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Di çarçoveya lêkolînkirina mijara girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li gel rêveberiyê de, balyozê Ukraynayê Ferhad Şakir serdana Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Vê sibehê balyozê Ukraynayê yê li Başûrê Kurdistanê Ferhad Şakir serdana Navenda Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha civîn di navbera her du aliyan de li dar ket. Di civînê de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Dr. Abdulkerîm Umer, cîgira hevserokatiyê Fener Kiêt, berdevkê fermî yê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif û endama Desteya rêveber a Daîreyê Sena Deham, amade bûn.

Girêdayî mijarê, berdevkê fermî yê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif ji ajansa me ANHA’yê re bi rêya telefonê der barê civînê de wiha da zanîn: "Me gelek mijar pev re nîqaş kirin, ên herî girîng rewşa herêmê, pratîka xebata Rêveberiya Xweser bûn. Li aliyekî dîtir jî ya herî girîng hatiye nîqaşkirin, rewşa malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ne û çarenûsa wan."

Gelek şandeyên erebî û biyanî di çend rojên borî de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji wan jî şandeya Belçîka, Ewropa û DYA’yê bûn. Her wiha çavdêran tekez kir ku ev serdan jî bi saya serkeftinên leşkerî ku gelê herêmê li dijî terora cîhanî ya bi nûnertiya çeteyên DAIŞ’ê bi ser xistine, hat. Rêveberiya Xweser tevahiya cîhanê li hember hembêzkirina tevahî pêkhateyên herêmê û destkeftiyên ku hatine bidestxistin, matmayî hişt.

(fr)

ANHA


Mijarên Din