Balyozxaneya DYA'yê ya li Şamê piştgiriya xwe ji diyalogên kurdî re ragihand

Balyozxaneya DYA'yê ya li Şamê got: " Em piştgiriyê didin diyalogên kurdî-kurdî û hêvî dikin ku bidome û bi pêş bikeve."

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka di daxuyaniyekê de bi zimanê (Ingilîzî, Erebî û Kurdî) ku li ser rûpela xwe ya fermî ya facebookê belav kiriye got: " Dewletên Yekbûyî (DYA) piştgirî dide diyaloga navxweyî ya kurdî- Sûrî û hêvî dike ku pêşveçûn wê di 2021'an de berdewam be. Ev diyalog proseya siyasî ya berfireh a UNSCR 2254'an piştgirî û sergiha dike, ber bi dabînkirina pêşerojek geş ji hemû Sûriyan re."

Hêjaya bi bîr xistinê ye ku diyalogên kurdî di navbera ENKS û PYNK'ê de ji ber tunebûna nûnerê aliyê amerîka yê ku sponseriya diyalogan dike, hatin rawestandin. Tê payîn ku serokê nû yê DYA'yê Jeo Biden nûnerekî nû hilbijêre.


Mijarên Din