Balyozxaneya Emerîkayê ya li Tirkiyê: Nîqaş erênî bûn

Malpera balyozxane Emerîkayê ya li Tirkiyê girêdayî hevdîtina dawîn a di navbera Ceffrey û berpirsên Tirkan de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku “Nîqaşên bi rastbêj, erênî û berhemdar hatine kirin. DYE û Tirkiyê nêrînên xwe bi hev du re girêdayî metirsiyên wan ên li Sûriyê parve kirin.”

Daxuyaniya balyozxaneyê wiha ye;

“Nûnerê Emerîkî yê taybet ji bo Sûriyê û nûnerê taybet ê Koalîsyona Navdewletî ya tunekirina DAIŞ`ê Jamse Ceffrey rêzecivîn li Enqere di navbera 22 û 24`ê Tîrmehê de bi berpirsên Tirk re lidar xistin. Di nav de berdevkê hevserokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin, wezîrê parastinê  Hulusî Akar, cîgir û wezîrê derve Sîdan Onal beşdarî hevdîtinê bûn.

Roja Duşemê sefîr Ceffrey civînek peyabilind bi berpirsên Tirkan re girêdayî Sûriyê lidar xist. Di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî bi taybet rojhilatê Sûriyê hate nîqaşkirin. Herdû aliyan soz dan ku pêşketinek berbiçav di nexçerêya girêdayî  Minbicê de pêk bînin. Her wiha pêşniyarên xurtkirina ewlehiya Tirkiyê li ser dirêjahiya sînorên wê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş kirin.

Nîqaş rastbêj, erênî û berhemdar bûn. DYE û Tirkiyê wê nêrînên xwe girêdayî metirsiyên herdu aliyan li Sûriyê bi hev re parve bikin û bi danûstandinên leşkerî dê van nîqaşan bidomînin.”

ANHA


Mijarên Din