Banê mala xwe vegerand baxçeyek biçûk

Şêniyê bi navê Enwer Mihemed ê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, mêşên hingiv xwedî dike û parkek biçûk li ser banê mala xwe ava kiriye da ku salên koçberiyê ji bîr bike.

Tevî koçberiya dubarekirî û dûrketina ji warê xwe, şêniyê bi navê Enwer Mihemed banê mala xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vegerand parkek biçûk û tê de gelek cureyên kûlîlkan ên cuda tevî hejmarek şînatiyan çandîniye. Her wiha zêdetirî 18 şaneyên mêşên hungiv xwedî dike.

Rêwîtiya koçberek dirêj di lêgerîna ewlehiyê de

Enwer Mihemed (40) ji şêniyên gundewarê Babê ye. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê derbasî gundê wî bûn, diçe kantona Efrînê û li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawayê dijî.

Mihemed di  sala 2013`an de ji gundewarê Babê diçe kantona Efrînê gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa bicih dibe. Mihemed cihekî ji xwe re ava dike û wî cihî vedigerîne baxçeyekî. Mihemed di wî cihî de mirîşk, kêvroşk tevî werdek, mêşên hungiv û pez xwedî dike. Her wiha gelek cureyên kûlîlk û sezbeze têde diçîne. Bi wî şêweyî quta jiyana xwe jê peyda dike.

Mihemed piştî rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê di dawiya 2016`an de ji gundê Cilbirê ber bi Helebê ve koçber dibe û li raxa El- Hêdgeriyê li wir malekî ji xwe re digre. Di sala 2018`an de piştî ku YPG/YPJ li kantona Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk berxwedanê didin destpêkirin, Mihemed diçe taxa Şêxmeqsûd. Bi awayekî demkî di malekê de bi cih dibe û careke din nimuneyek biçûk ji gundê xwe yê ku xeyal dike ku vegerê ava dike.

Ji çend tovan veguherî parkek biçûk

Mihemed şaneyek mêşên hingiv di darekê de dibîne û ew dibe gava wî ya yekem ji bo dîsa li karê xwe vegere. Şaneya mêşên hungiv bi amûrên taybet digire. Piştre parkek biçûk li ser banê mala xwe ava dike. Mihemed tovên kûlîlkan ên ku ji şêniyên gundê xwe digire û di parka xwe de diçîne.

 Mihemed dibêje: "Xweza merd e, eger te xizmeta wê kir ew jî berhem dide. Eger te nekir tiştekî nade te. Ji biçûkahiya xwe ve ez di nav zeviyan de dixebitim û ez dikarim bêjim ku ez û xweza yek in."

Di baxçeya Mihemed de kûlîlkên mîna rihan, gulê seray, kûlîlka dirayir, gul, qedîfe û gelek cureyên din hene. Mihemed ji ajansa me re tekez kir ku banê mala wî bûye meqseda xizman, şênî û cîranan da ku tê de rûnin û bêhna xwe vedin, hertim serdan dikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din