Bang ji bo PDK`ê: Helwesteke Kurdî nîşan bide

Jinên rewşenbîr û wêjevan ên Rojava bang li her kesên ku rihê wijdanê û kurdewariyê bi wan re heye kirin ku li hember lîstok û planên dewleta Tirk a dagirker yên li Başûrê Kurdistanê pêk tên, bisekinin. Her wiha bang li PDK`ê kirin ku helwesteke Kurdî nîşan bide.

Li hember bûyer û kiriyarên ku ev demeke li Başûrê Kurdistanê  zêde bûne û heta vê demê jî tên meşandin, gel û hemû beşên civaka kurdî jî nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Rûxmî nerazîbûna ji van kiryarên ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê tên kirin, lê PDK`ê ti gavên li paş bi rê nexistine. Ev yek jî dihêle ku gelê kurd têkeve nava şik û gumanan ku PDK li dijî berjewendiyên wan dixebite.

Girêdayî mijarê endamên jin ên Yektiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, endama Rabîteya Jinên Rewşenbîr û endama Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê nêrîna xwe bi me re parve kirin.

Endama Yektiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed diyar kir ku ew bi wan bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê rû didin xemgîne û wiha domand: "Tiştê ku hat xuyakirin ku KCK`ê daxuyaniya xwe de û PKK`ê jî bi rêya ragihandinê ragihand ku ew li dijî şerê navxweyî ne û ew ti carî jî şerê navxweyî nakin, lê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê daxuyaniyek hat dayîn, ew daxuyaniya wan jî cihê mixabiniyê ye."

`DIVÊ PDK LI LÎSTOKÊN DIJMINAN HIŞYAR BE`

Hesîna da zanîn ku ew wekî jinên rewşenbîr li dijî van nakokiyan ne ya ku ti kes sûdê jê nagire ji bilî dijminên gelê kurd û wiha pê de çû: "Heke sere birakujî rû bide wê cîhan bibêje yê ku şerê hev dikin çawa doza welatan dikin?, ev kêmaniyek pir mezin e ji bo kurdan, dijmin jî dixwaze em bi nakokiyên xwe dakevin û kiryarên wê li dijî me ji bîr bikin."

Hesîna bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê kir ku helwesta xwe ya kurdî diyar bike û bi helwesta xwe destnîşan bike ku ew jî li dijî şerê birakujiyê ye û wiha domand: "PDK bi van kiryarên xwe zirarê dighîne xwe, helwesta dewleta Tirk xuya ye. Divê PDK li lîstokên dijminan hişyar be."

Endama Rabîteya Jinên Rewşenbîr Bêrîvan Oso jî diyar kir ku gelê kurd gelek êş û azar kişandine li ser kuştin, talankirin û koçkirinê û wiha pê de çû: "Em naxwazin careke din wê êşa birakujiyê bikşînin, heke ji ber van nakokiyan şerê birakujiyê rû bide wê gelek bandora xwe li ser me bike, em banga rawestina van nakokiyan dikin."

`PÎROZBÛNA XWÎNA ŞEHÎDAN BIPARÊZIN`

Endama Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê Narîman Evdikê jî daxuyand ku ew weke gelê kurd ji mafê wan e ku êdî di rewşeke aram û aştî de bijîn û wiha domand: "Ji bo ku em xwîna wan şehîdên ku canê xwe di ber parastina welat de dane pîroz bihêlin û ew destkeftiyên ku me bi xwîna wan bi dest xistiye em biparêzin û li xwîna wan xwedî derkevin."

Narîman wiha pê de çû: "Dijminê me pir in, divê em bi ti alî ve nerin, em tenê bi mejiyê xwe û bi rih û wijdanê xwe yê kurdewarî divê şerê birakujî di navbera kurdan de dernekeve."

Hevseroka Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno jî da zanîn ku ji bona ku dewleta Tirk a dagirker berjewendiyên xwe biparêze û ji bo ku planên xwe bi serî bike, îro roj daxwaza şereke birakujiyê dike û wiha domand: "Divê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî helwestekê bin, da ku bi hişmendî û hevgirtina xwe li hember van planên rawestin. "

Enahîta diyar kir ku gelê kurd li hember xeteriyeke pir mezin in û wiha pê de çû: "Divê çi nakokiyên me yên siyasî û kesayetî hebin bên çareserkirin, ji bo em berjewendiyên gelê xwe bi giştî pêk bînin."

Enahîta da xuyand ku di tevahî cîhanê de rewşenbîr pêşengê miletê xwe ne û rewşenbîr di vê qonaxa heyî de divê bi nivîsandin û hişyarkirina milet sînorekî ji van planên ku li ser gelê kurd tên meşandin, deynin.

ANHA


Mijarên Din