‘Bang li ENKS û Yekîtî hat kirin ku ji gurupa Dîlokê veqetin`

Partiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di daxuyaniyeke nivîskî de bang li Partiyên Meclîsa Niştîmanî ya Kurd Sûrî(ENKS) û Yekîtî kir ku ji gurupa Dîlokê veqetin.  

 NAVENDA NÛÇEYAN – Partiyên TEV-DEM`ê derbarê Meclîsa Dîlokê qaşo ya bi rêvebirina Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 Daxuyanî wiha ye:

˝ 20 meha Çile artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî herêma Efrîne destbi êrîşeke giran kirin. Herêma Efrîne ev bibû 7 sal ku li Sûriyeyê herêmeke herî bi ewle bû. Hemû pêkhateyên Efrîne bi awayekî demokratîk xwe birêvedibirin. Bi hezaran koçber ji herêmên Sûriyeyê yên ku şer lê diqewimî, koçberî herêma Efrîne bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkeriya xwe ya li ser Efrîne ev aramiya li Efrîne xirakir, xaka gelê Efrîne dagirkir, çeteyên pêve girêdayî hemû mal û mulkên gelê Efrîne dizîn û destdirêjî wê civakê kirin.

Berxwedaniya Serdemê ya Efrîne ket pêvajoya xwe ya duyemîn. Êdî ji bo parastina jiyana sivîlan bi giştî û taybet  gelê Efrîne û koçberan, gurupên biçûk tevbigerin û derbe li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bidin. Berxwedanî didome û rojane çalakî li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têne kirin. Heyanî Efrîn rizgar bibe dê ev berxwedanî bidome. Dewleta Tirk a dagirker dê têkbiçe.

Bi roxmî van fedakariyan hinek gurûp û kesayetên Kurd di bin siya istixbaratên Tirkiyê li bajarê Dîlokê meclîsek sazkirin. Ev gurûp û kesayet îxanetê li gelê Kurd dikin, vê dagirkeriyê rewa dikin û guhertina demografiyê ya ku dagirkeriya Tirkiyê li herêma Efrîne dike, qebûl dikin. Ev nêzîkatiya wan dê bibe sedema ku li ser hemû pêkhateyên Efrîne ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî qirkirine werin.

Em weke partiyên ku vê daxuyaniyê didin ji raya giştî ya Sûrî û herêmê re dibêjin ev kesayetên ku ciyê xwe di meclîsa Dîlokê ya istixbaratên Tirkiyê de digrin û bi taybet kesayetên weke Fûad Alîko û Ibrahîm Biro bûn sedema hezar û 500 ku nîvê wan sivîlin, şehîd bibin.

Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van xayîn û pîlansaziyên wan derbikevin û dijminên gelan û kujerên gelê Kurd red bikin. Her wiha em bang li Partiyên Meclîsa Niştîmanî Kurd Sûrî(ENKS) û bi taybet partiya YEKÎTÎ dikin ku li hemberî vê xiyanetê helwestê xwe zelal bikin, ji vê meclîsa Dîlokê û bi taybet Biro û Alîko veqetin. Xwîna şehîdên me ne erzan bû, heyanî kesên mîna van li dijî deskeftiyên me derbikevin.

Em ji bo gelê Kurd û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê jiyaneke aram û bi ewle dixwazin. Em weke partî û hêzên siyasî em her ti nava têkoşîne de bin heyanî gelê Efrîne bi rûmet vegerê warê xwe˝.

(np)


Mijarên Din