Bangawaziyên ji bo PDK`ê da ku vegere xeta kurdewariyê

PDK’ê têkiliya xwe ya li dijî gelê Kurd bi dewleta Tirk a dagirker re berdewam dike, bi wê re endamên Navenda Cemîl Horo ya Çandê bang li PDK’ê kir ku dev ji siyasetên piştevaniya dagirkeriyê berde û hişyarî li ser piştgiriya bi dagirkerên Kurdistanê re dayê.

Tevî bangên çînên cihêreng ên Kurdistanê, lê PDK’ê têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re ku parçeyên Kurdistanê dagir dike berdewam dike, yekser û bênavber Tevgera Rizgariya Kurdistanê armanc digire.

Girêdayî mijarê, Yasmîn Koşan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha got: "Divê em baş bizanin ku dijminê Kurd dixwaze çand û zimanê kurdî têk bibe. Lê belê em di têkoşînê de berdewam in û tu kes nikare vê çandê qir bike."

Yasmîn Koşan bang li partiyên Kurd kir ku helwesta xwe li hember dijmin bikin yek.

Li aliyekî din jî Ehmed Reşo wiha bi lêv kir: "Em hunermendên li taxa Şêxmeqsûdê li dijî şerê birakujîyê ne. Ji ber hedefa dewleta Tirk bi vê yekê derbekirina destkeftiyên gelê Kurd, çandina fîtneyê di navbera Kurd de ye ku şerê hev bikin. Ev jî siyasetên faşîst e. Divê kurd hişyar û baldar bin û parastina xaka û çanda xwe bikin."

Reşo diyar kir ku hêviya wan ji tevahî partiyan yekbûn e, ji ber xwîn û doz yek e û partiyên bi dijmin re, xizmeta berjewendiyên Kurd nake ji ber dijmin dixwaze xakê dagir bike û gel qir bike."

Li dawiyê jî Seîd Bîrhat mixabîniya xwe ji hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re raber kir û wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk, dewleteke dagirker e, dixwaza herêmên me dagir bike. Lê mixabin hin partî piştevaniya siyasetên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din