Banga rakirina dorpêça li ser Şehbayê

Rayedarên kantonên Şehba û Efrînê bang li tevahî rêxistin, meclis û yekîtiyên ku bi hiqûqên mirovahiyê bang dikin, kirin ku sînorekî ji siyaseta dorpêça rejîma Sûriyê ya li ser şêniyên Efrînê yên li Şehbayê ferz kiriye, deynin.

Dorpêça rejîma Sûriyê ya li ser şêniyên Efrînê yên li Şehbayê berdewam e. Rejîm pereyekî zêde li firotanên xwarin û alavên tenduristiyê dibire. Ev pêdiviyên bi deh hezaran ji şêniyên Efrînê yên ji neçariyê koçî Şehbayê bûne, asteng dike.

Bi vê siyaseta ku rejîma Sûriyê ferz dike, rewşên şêniyan zêdetir aloztir bûne. Li rexê jî ti rêxistineke girêdayî mafên mirovan alîkariya rastîn pêşkêş nekiriye.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo tekez kir ku li gel dorpêça li ser şêniyan jî şênî di nava berxwedanek mezin de ne. Şîraz diyar kir ku ew kedên pir mezin didin da ku pêdiviyên şêniyan dabîn bikin.

Şîraz Hemo wiha domand: "Tevî derfetên kêm, em weke Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi rêveber, meclis, komîn û desteyên xwe ve, ji bo  dabînkirina pêdiviyên şêniyan dixebitin. Heta niha ti rêxistineke girêdayî mafên mirovan alîkariyeke cidî ji şêniyan re pêşkêş nekiriye. Alîkariyên ku rêxistinên mafên mirovan pêşkêş dikin, ne cidî ne û têra dabînkirina pêdiviyên şêniyan nakin. Bi wê re jî li ser rêveberiyê zextek çêdibe."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Kampa Serdemê Idrîs Weqas got: “Em di erdnîgariyeke dijwar de jiyan dikin û li derdor her tim topbaran û şer heye. Tenê rêyeke heye û ew herêmên di bin serweriya Rejîmê de ye. Rejîm jî dorpêç ferz kiriye. Bacên mezin li ser firotina  dermanan dibire û bi wê re jî bihaya tiştan zêde dibe."

Idrîs Weqas îşaret pê kir ku şênî dizanin Rejîm mafê wan binpê dike û wiha domand: "Li ser vê bingehê jî şênî planên sivikkirina dabînkirina pêdiviyan pêşkêş dikin. Her wiha sebzeyan diçînin û avê bi baldarî xerc dikin. Herî zêde ziyanên mirovî di nehiştina çûyîna Helebê de derdikevin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din